Li Nurnbergê ji bo piştgiriya Rojava çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê ji bo piştgiriya Rojava çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî roja Şemiyê hate lidarxisitn. Di çalakiyê de alayên YPG û YPJ’ê û pankarta ‘Cejna Vejînê pîroz be’ hate daliqandin.

Endamê Dîwanê ya KCDK-E’yê Demîr Çelîk di çalakiyê de axivî û got ku “PKK bi feraseta xwe ya demokratîk û ekolojîk bûye doza rizgariyêya hejar, bindest û kedkaran.”

Gelek hunermend tevlî çalakiyê bûn û govend hate gerandin.