Li Moskovayê Pêngava 15’ê Tebaxê hate silavkirin

Kurdên li Moskovayê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Li paytexta Rusya Moskovayê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û di derbarê dîroka 15’ê Tebaxê de sînevîzyonek hate temaşekirin.

Serokê Otonomiya Federal a Çandî û Netewî ya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patîyev, Organîzyasyona Jinên Kurd ên li Rûsyayê Lezgiyeva û Nûnerê Rûsyayê li Bakurê Sûriyê Reşad Benav di pîrozbahiyê de axivîn û 15’ê Tebaxê li gelê Kurd û gerîla bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û wiha gotin: “Di encama têkoşîna çekdarî ya Mahsûm Korkmaz de hat destpêkirin de Kurdan ji bo hebûna xwe gavek nû avêtin.”

Di heman demê de hunermed Azîz Tamoyan, Sare Hajîyeva, Îbragîm Hajîyev ve Beko Lezgîyevin derketin ser dikê.