Li Marsîlyayê li rex konserê kampanyaya îmzeyan hat birêvebirin

Di çarçoveya kampanyaya derxistina PKK'ê ji lîsteya ‘rêxistinên qedexekirî’ ya hatî destpêkirin de, ciwanên ku li Marsîlyayê stand danîn, di konsera ku ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve hat dayîn de li ber stranan govend gerandin.

Di çarçoveya kampanyaya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê (DKTM) li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî, standek hat danîn û îmze hatin berhevkirin.

Di standa ku saet di 19:00 de li meydana Vîeûx Portê hat danîn de, piştî bi sedan îmze hatin berhevkirin, konserek ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve hat pêşkêşkirin. Di konsera ku rastî eleqeyek mezin a gelê herêmê hat de govend hat gerandin.