Li Marsîlyayê kampanya îmzeyan dewam dike

Li Marsîlyayê kampanya îmzeyan ya ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, bênavber dewam dike.

DTM’ê ya Marsîlyayê ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, 11 hezar û 780 îmze berhev kirin. Kampanya îmzeyan bênavber dewan dike.

Ji bo berhevkirina îmzeyan li meydana Vieux Port stand hate danîn û pankarta bi nivîsa, “Kurdistanê biparêze, PKK ne rêxistina terore, tevgera azadiye yê” hate daliqandin. Gelek îmze hatin berhevkirin û kampanya berhevkirina îmzeyan wê her hefte dewam bike. Her wiha di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa ku wê sibe saet di 18:00 de li Qada Canabîer bê lidarxistin, hate kirin.