Li Marsîlya şehîdên Zapê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG‘ê Hêjar, Întîkam û Seyîtxan ên ku di sala 2016’an de di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Zapê de şehîd bûne, li Marsîlyayê bi meresimekê hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG‘ê Hêjar, Întîkam û Seyîtxan ên ku di sala 2016’an de di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Zapê de şehîd bûne, li Marsîlyayê bi meresimekê hatin bîranîn.
Gerîlayên HPG‘ê Hêjar, Întîkam û Seyîtxan ên ku di sala 2016’an de di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêma Zapê de şehîd bûne, li bajarê Marsîlya yê Fransayê meresima bîranînê hate lidarxistin.
Malbata şehîd Hêjar Hebûn (Gazî Polat) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) serdanên sersaxiyê qebûl kir.
Piştre li eywana konferansê ya DTKM’ê bîranîn hate lidarxistin. Di bîranînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û pêşengên PKK’ê hatin hilawistin. Di bîranînê de ji bo şehîdan rêz hate girtin.
Piştre Hevserokê DKTM‘ê Erhan Tarhan axivî û anî ziman ku ew soz didin ku heta têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin em ê têkoşîna wan bidomînin.
Pişre sînevziyona qala jiyana şehîdan dike hate temaşekirin. Piştre birayê Hêjar Hebûn li ser navê malbatê sipasiya xwe kir û got: “Destpêkê serê Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd ê bi rûmet sax be.“
Piştî axaftinan biranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” dawî bû.