Li Marsîlya ji bo Hakan Arslan konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsekî de dan malbata wî, li Marsîlyayê konê sersaxiyê hate danîn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransa, ji bo Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsekî de dan malbata wî, konê sersaxiyê hate danîn. Piştî sersaxiyê bi peşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan, ji bo Rêzan Amed (Umît Tarhan) û Hakan Arslan (Welat Çiya) merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Serdanên sersaxiyê yên ji bo Hakan Arsalan, malbata şehîd qebûl kirin. Bi sedan kesan berê xwe dan Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a ku konê sersaxiyê hat danîn û ji bo Rêzan Amed û Hakan Arslan quncika şehîd hat amadekirin. Di saetên êvarê de jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên şoreşê rêz hate girtin û piştre di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Em ê li ser rêya şehîdan ber bi pêş ve biçin, wê bi vî awayî têkoşîna şoreşê bidome.”

Di sersaxiyê de endama TJK-E’yê Zozan Serhat jî sersaxî ji malbatê re xwest, têkildarî şer û siyaseta li Kurdistanê didome axiftinek kir.

Piştre sînevîzyona di derbarê her du şehîdan hat temaşekirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.