Peymana Lozanê ya ku Kurdistan pê bû çar parçe, di salvegera 99’emîn de li ber avahiya hatiye îmzekirin, hat protestokirin. Piştî çalakiyê girseyê tevî hewaya germ heta ber avahiya Càteau d'Ouchy li Ouchyê ya Peymana Lozanê hatiye îmzekirin, meşiya. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li vir xîtabî girseyê kir. Yuksel Koç destnîşan kir ku Peymana Lozanê bi berxwedana çar parçeyên Kurdistanê hatiye pûçkirin û got: ‘’Kurdên Elewî, Sunî, Xirîstiyan; hemû Kurd li vir in. Peymana Lozanê 99 sal bi şûn de pûç bû. Bijî berxwedana gelê Kurd, bijî berxwedana Rêber Apo. Dewleta Tirk, dixwaze Peymana Lozanê nû bike. Dixwaze bi şerekî qirêj Şoreşa Rojava têk bibe. Lê bila ji bîr neke ku Rojava rûmet û pêşeroja hemû Kurdan e.’’
‘EM BIBIN YEK DINYA BI ME NIKARE’
Piştî Yuksel Koç, li ser navê TJK-E’yê Mulkiye Açirbaev bi kurtî axivî. Açirbaev got: ‘’Eger em Kurd bibin yek, kes bi me nikare. Em bi destên hev û din bigirin ne Erdogan lê dinya bi me nikare. 99 salan xwestin me biqedînin. Lê em jin, zarok û ciwanên Kurd li vir in. Em ê li ber xwe bidin.’’
Bi pişt re, Nûnerê Lozanê yê Partiya Keskan Jonas Kochar, Alîkarê Serokê Partiya Karkeran a Lozanê Îdrîs Samîm, Rojnamevan Kemal Raûf, Nûnerê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîdal Silêman axivîn.
Herî dawî, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Ahmet Karamûs, spasiya beşdarên çalakiyê kir û diyar kir ku Kurd bi salan e li ber xwe didin û wiha got: ‘’Kurd û dostên me Kurdan dizanin; duh na pêr - berê jî bi sedan caran- li dijî gelê me yê sivîl ê Zaxoyê êrîşek bû. Ji ber êrîşê jin û zarok jî di nav de 10 insanên me jiyana xwe ji dest dan. Ev qetilam e, em ê li ber qetilaman li ber xwe bidin.’’
Piştî axavtinan çalakî qediya.