Li Lîmasolê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Kurdistaniyên li Qibrisê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lîmasolê meşek lidar xistin.

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Kurdistanî li Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê ya li Lîmasolê li hev kom bûn û ji vê derê heta Parka Moloz meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê hatin hildan. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Dewleta Tirk dagirker e", "Dîktator Erdogan" hatin qîrîn. Her wiha sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin.

Li peravê Parka Molozê mîtîng hate lidarxistin.

Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre jî bi axaftinan bi dawî bû.