Li Kolnê ji bo PKK’ê îmze hatin komkirin

Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Kolnê standa îmzeyan hate vekirin ûgelek îmze hatin komkirin.

Ji bo ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ were derxistin li Kolnê standa îmzeyan hate vekirin ûgelek îmze hatin komkirin.

Standa li Bahnhofvorplatzê hate vekirin de, Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê, TCŞ û Meclîsa Jinan a Viyan îmze kom kirin. Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat. Li standa ku gelek îmze hatin komkirin de, ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê jî agahî hat dayîn.

Kampanyaya îmzeyan a bi pêşengiya “Însiyatîfa Navneteweyî ya ji bo Kurdan Edalet” hat destpêkirin de li hemû welatên Ewropayê didome.