Li Kîelê kampanya îmzeyan didome
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ji bo PKK ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin standa îmzeyan hate danîn û gelek îmze hatin berhevkirin.
Li Kurdistan, Ewrûpa û seranserê cîhanê kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê“ dewam dike. Kampanya îmzeyan li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî bê navber berdewam dike.
Kurdistanî û dostên wan li qada Eûropa-Platzê standa îmzeyan danîn û gelek îmze berhevkirin. Li qada standê wêneyên zarokên di Komkujiya Hesekê de hatin qetilkirin û pankartên komkujiya dewleta Tirk teşîr dike, hatin hilgirtin.
Standa îmzeyan ji saet 13.00’ê heta 17.00’an dewam kir û gelek îmze hatin berhevkirin.