Li Kîel û Londonê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Kîel û Londonê hat pîrozkirin.

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê û payîtexta Îngilistanê Londonê, pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin. Merasîma ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîelê ve hat lidarixtin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Kîelê Heval Hesen têkildarî girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê axaftinek kir.

Çalakî bi guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.

LONDON

Bi boneya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Londonê ve li Parka Fînsbûry pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Li qada pîrozbahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermadarê Efsanewî yê 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), al û flamayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Turkan Budak û Ercan Akbal, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilistanê Agît Heval û Nûnerê KCDK-E Başûr Şivan Başûr axaftin kirin.

Di axaftinan de bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat nîşan dan û wiha hat gotin: “Gelekî bi pêşengiya Rêber Apo û di bin fermandariya Heval Agid de ji bo vejîn û azadiyê meşiya. Piştgiriya PKK'ê tenê gelê wê bû û bi wê bawer bû. Lê îro xeta xiyanetê ya hevkar rê li ber dagirkeriya faşîzma dewleta Tirk li Kurdistanê vedike. Bila dev ji vê xiyanetê berdin. Gelê Kurd wê bi ruhê azadî û vejînê yê fermandar Agîd hem dagirkeran hem jî xiyanetkaran ji holê rake.”