Li Kanadayê êrîşên bi kêran: 10 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Li Kanadayê di encama êrîşên bi kêran de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya polîsên Kanadayê, li eyaleta Saskathewan çend êrîşên bi kêran pêk hatine.

Cîgira Komîserê Qraliyetê ya Kanadayê Rhonda Blackmore ragihand ku wan li bajarokên James Smith Cree Nation ve Weldon ên eyaleta Saskatchewanê li 13 cihên cuda 10 cenaze hatine dîtine. Blackmore ragihand ku heta niha 15 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Hate hînbûn 2 gumanbarên ku kesên derdor bi awayek kêfî kêr kirine, biryara girtina wan hatiye dayîn. Rhonda Blackmore diyar kir ku du êrîşkar piştî çend saet şûnde li paytexta eyaletê, Reginayê hatine dîtin. Regina herî kêm 300 kîlometre dûrî cihê êrîşê ye.

Hate diyarkirin ku navê gumanbaran Damien Sanderson û Myles Sanderson in û di nava wesayiteke bi marka Nîsanê de bûne.