Li Hollandayê Civîna Diyaloga Jiyana Hevpar a Kurd û Ereban

Civîna Diyaloga Jiyana Hevpar a Kurd û Ereban a bi organîzekirina Komeleya Çandê ya El Rafîde ya Hollandayê li bajarê Den Haagê dest pê kir.

Civîn, bi tevlêbûna 55 rojnamevan, Akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar bi dirÛşma “Diyaloga Kurd û Ereban atmosferek a fireh a ji bo jiyana hevpar e” hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina destpêkê li ser navê komîteya amdekar ji aliyê Nîhad Elqazî ve dest bi civînê hat kirin. Elqazî, bal kişand ser giringiya diyalog, zordariya li ser ol, mezheb, netewe û pêkhateyên cuda yên li Rojhilata Navîn. Her wiha bal kişand ser giringiya civînê. Ji gelek deverên Rojhilata Navîn û bakurê Efrîkayê akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedar tev li civînê bûn.

Cebar Qadir û Wirya Qeredaxî panela destpêkê bi rê ve birin. Mijar di der barê pêşketinên li Rojhilata Navîn, hêmanên kevin ên navdewletî yên li ser herêmê û xeta Osmaniya nû û hewildana dîzayn kirina ji nû ve ya Rojhilata Navîn ji aliyê Hêzên Hegemon ve bû. 

Dr. Cebar Qadir di destpêka axaftina xwe de spasiya navenda lêkolîna Stratejîk a Kurd ji bo vê amadekariya civînê kir û got: “Li Rojhilata Navîn nakokiyên Mezhebî, olî û netewperestî pir bi xwîn derbas dibin. Ji aliyê din ve siyaseta dewleta Tirk û Erdogan a li dijî gelan heye.“

Qadir bal kişand li ser dîroka îtihad û teraqî, hilweşandina dewleta Osmanî û avakirina Komara Tirkiyeyê, Komkûjiya Ermeniyan wiha pê de çû: “Tevgera serhildanên Ereban bi hevkariya Îngilistan û hin dewletên din, serxwebûna xwe îlan kir. Lê belê piştî ewqas şer û rijandina xwînê bi taybetî di deh salên dawîn de, jiyana hevpar di navbera hemû pêkhate, ol û mezheban de pir dijwar bûye. Parçebûna partiyên siyasî ya li Iraqê pir xeter e. Lewma tu çareserî ji vê rewşê ne xerabtir e. Hêzên muxalîf jî pir lewaz in. Partiyên Herêma Kurdistanê jî ne di wê astê de ne ku li statuya xwe vegerin. Ji ber ku tu hêviya çareseriyê ji van tevgeran nîn e. Bi taybetî di deh salên dawîn de, DAÎŞ’ê bi kirinên xwe rewş pir xerab kir. Erdogan, bi siyaseta “bê pirsgirêk“ cîranên xwe belav kirin. Ji ber bi rêya Rêxistina birayên Misilman hewl da ku dest di van welatan werde. Dewleta Tirk, dixwaze peymana Edeneyê ji nû ve pêk bîne. Her wiha gefên wê Ii hember Yewnanistanê, pirsgrêka endamtiya Fînlandiya û Swêdê li holê ne. Sedsala Peymana Lozanê nêz e, dewleta Tirk dixwaze xwe ji peymana Lozanê azad bike û betal bike. Bêyî çareseriyek a bingehîn a pirsgirêka Kurd wê tu aramî li her çar dewletan (Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran) çênebe.”

Şêwirmendê NY’ê yê karûbarên Efrîqa û Kosovayê Wirya Qeredaxî axaftina duyemîn kir. Qeredaxî, despêkê qala rewşa Iraqê, kurtedîroka Iraqê ya kevin, Sûmeriyan, Babîliyan kir û got: “Sedemên şer û pevçûnên li herêmê, Sasanî û heta sedsala 20’an dewleta Iraqê ava bû. Nakokiyên Mezhebî, olî heta îro bi awayekê xurt berdewam in, Bandora van nakokiyan li ser Iraqê gelek e. Bi dewleta Ebasiyan re gelek pêkhate ji derveyê Iraqê hatin û li vê herêmê bi cih bûn. Ji dema şerê Çaldiranê heta îro Kurd ji ber Osmanî û Sefewiyan dikişînin. Heta li ser Iraqê bandora wê didome.“

Piştî navbera nîvro di saet 13:15’an de civîn bi axaftina Dilşa Osman dewam kir.  Xoşnav Ata yê ji malbatên qurbaniyên çekên kîmyewî jî di der barê bikaranîna çekên kîmyewî û siyaseta dewleta Tirk de axivî.

Piştre çalakvana jin Dîcle Efrîn jî axivî û di der barê rola jinê ya di çalakiya siyasî de semîner pêşkêş kir. Panela sêyemîn jî ji aliyê rêveberê Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurd ve hat dayîn. Panel, têkildarê siyaseta dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê, pisgirêka Kurd û rêbazên çareseriyê yên netewe dewletan û neteweya demokratîk û Xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk û mordernîteya demokratîk bû.