Li Helsînkiyê 1’ê Gulanê bi meşekê hat pîrozkirin
Li Helsînkiyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran meşek hat lidarxistin.
Li Helsînkiyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran meşek hat lidarxistin.
Li Paytexta Fînlanda Helsînkî bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran meşek hat lidarxistin.
Kurdên li Helsînkiyê dijîn berî meşê serdana gora gerîlayê HPG’ê Halîs Ceyhan (Kendal) ê di 1’ê Gulanê de şehîd bibû, kirin. Li vir ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin û daxuyanî hat dayîn.
Her sal ji aliyên bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran ji aliyê rêxistin û saziyên cuda ve meş tê lidarxistin. Vê carê jî Kurdan cihê xwe li eniya çep a meşê de girtin. Meş ji qada Hakaniemi dest pê kir û heta pirtûkxaneya Odi a li navenda bajêr berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re hat berzkirin. Di meşê de alên PKK, YPG, YPJ û tevgerên jinan hatin hildan.
Di meşê de gelek dostên Kurdan alên PKK’ê hildan û bi dirûşmeyan dilsoziya xwe ya bi Kurdan re anîn ziman.
Li ber pirtûkxaneya Odi daxuyanî hat xwendin.