Li Heîlbronnê Kurd û dostên wê li qadan bûn
Bi armanca şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdan Kurdên li Heîlbronnê dijî û dostên wê îro jî di çalakiyê de bûn.
Bi armanca şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdan Kurdên li Heîlbronnê dijî û dostên wê îro jî di çalakiyê de bûn.
Kurdistanî û dostên wan ên li Heîlbronnê ku ji roja êrîş pêkhatin û vir ve li pey hev çalakiyan li dar dixin, bi organîzasyona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 17:00’an li Kîlîanzplatzê mîtîngek lidar xistin.
Mîtîng bi xwendina danezana bi zimanê Elmanî destpê kir û piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di mîtînga ku dirûşmeyên "Terorîst Erdogan" û "Kîndermorder Erdogan" hatin berzkirin de, li ser navê Partiya Çep (Dîe Lînke) axaftin hat kirin.
Di mîtîngê de bal hat kişandin li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û hate gotin ku dewleta Tirk û DAÎŞ'ê bi hev re êrîşî Kurdan kirine û ev êrîş bi piştgiriya NATO'yê pêk tên.
Mîtîng piştî banga ji bo tevlêbûna meşa ku sibê wê saet di 15:00’an de li Laûtenschlager Strasse ya li navenda Stûttgartê bê lidarxistin, bi dawî bû.