Li Heîlboûrn, Nurnberg û Marsîlyayê dagirker hatin protestokirin
Li bajarê Heîlbûrnn û Nurnberg û bajarê Marsîlya Fransayê dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Li bajarê Heîlbûrnn û Nurnberg û bajarê Marsîlya Fransayê dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Heîlbornn û Nurnberg ên Elmanyayê daketin qadan, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de bêdengiya Ewropa ya li beramberî êrîşan jî hate şermezarkirin Her wiha axaftinên hatin kirin hate gotin ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û qetilkirina sivîlan sûc e.
MARSÎLYA
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan bi pankarta ‘Nehêle’ çalakiyek li bajarê Marsîlya yê Fransayê kir. Di çalakiyê de dowîz û wêneyên zarokên di êrîşa qirker û dagirker a Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne hatin hildan.Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.