Li Hannoverê meş û mîtînga ‘Kurdistanê Biparêze’
Li Hannoverê bi daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta Tirk a dagirker timî êrîş dike, çalakî hat lidarxistin.
Li Hannoverê bi daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dewleta Tirk a dagirker timî êrîş dike, çalakî hat lidarxistin.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava mîtîng û meş hate lidarxistin. Di di mîtîngê de hate xwestin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dewleta Tirk a dagirker were girtin. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Meclîsa Gel a Hannoverê, PYD, Meclîsa Jinan Ronahî, Meclîsên Komûn ên Şoreşger ên Ewropayê yên Hannoverê û Partiya Roj tev li mîtîngû meşê bûn.
Nûnêrê Meclîsên Komunên Şoreşger ên Ewropayê yên Hannoverê axivî û got: “Rojava rûmeta me ye. Îro dema derketina xwedî li rûmeta xwe ye. Rojava ne bi tenê şoreşa xelkên Rojava lê şoreşa hemû gelan e û dem dema derketina xwedî li şoreşa xwe ye.“
Li ser navê Partiya Roj jî wiha hat gotin: “Dijminên me bila baş bizanin ku nikarin me dabeş û parçe bikin. Hûn ê werin û me di heman çeperê de bibînin.“
Kurdistanî û dostên xwe yên piştî mîtîngê dest bi meşê kirin, heta bi saet 17.00’an bi berzkirina dirûşman û hildana alên YPG-YPJ’ê li navenda Hannoverê meşiyan.