Li Hannoverê di pîrozbahiyên UJZ de piştgirî ji Rojava re hate dayin
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, di pîrozbahiyên salvegera 50'emîn a navenda ciwanan UJZ de piştgirî ji Rojava re hate dayin.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, di pîrozbahiyên salvegera 50'emîn a navenda ciwanan UJZ de piştgirî ji Rojava re hate dayin.
Navenda ciwanan a serbixwe UJZ Kornstrasse, ji Hezîrana 1972'an û vir ve heye.
Çîroka UJZ ku navenda ciwanan a serbixwe ya herî kevn a li Elmanyayê ye, sala 1971'ê bi çalakiya dagirkeriyê ya bi sedan ciwanan destpê kiribû. Mala ku hate dagirkirin wê demê ji aliyê yek ji operasyonên herî mezin ên polisiye hatibû valakirin.
Bi rêya komeleyeke ku di Hezîrana 1972'an de ava bû, Kornstrasse ji bo 10 salan hate kirêkirin. Piştre jî kooperatîfên cuda hatin avakirin û gelek aktîvîte hatin destpêkirin. UJZ Kornstrasse ji bo tevgereke li derveyî parlamentê xwe weke navendeke çalakiyê pênase dike.
Bi sedan kes û gelek sazî ji bo pîrozbahiyên salvegera 50'emîn a navenda ciwanan li hev kom bûn û piştgirî dan Rojava.
Di pîrozbahiyan de ku Şemiyê heta derengiya şevê dewam kir, ji bo piştgiriya bi Rojava re pankart hatin hildan û ji bo silavkirina berxwedana Rojava fîşekên hewayî hatin teqandin.