Li Freîbûrgê li hemberî kedxwarî û faşîzmê banga têkoşînê hat dayîn

Li Freîbûrgê bi boneya 1’ê Gulanê karker, koçber û kedkar li parka Stuhlinger Kîrchplatzê li hev civiyan. Ji bo welatekî ku ked, wekhevî, azadî û demokrasî lê serwer be, banga têkoşînê hate kirin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê karker û kedkar bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya Cîhanê li parka Stuhlinger Kîrchplatzê li hev civiyan.

Di daxuyaniya 1’ê Gulanê de ku li hemberî şert û mercên giran ên kar, zext û xizaniyê daxwazên xwe anîn ziman de wiha gotin: “Em ê ji bo cîhanek ku ked, wekhevî, azadî, demokrasî, aştî û jiyana hevbeş lê serwer be têbikoşin. Em ê li her derê cîhanê pergala kedxwariyê biguherînin.”

Kedkarên Kurdistanî û Tirkiyeyê yên li qadê jî xwestin kedxwarî û zexta li welatên wan bi dawî bibin. Di daxuyaniyan debal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê ya ji bo gel û kedkarên li Tirkiyeyê û bang li kedkarên li derveyî welat hat kirin ku ji bo dawîanîna dîktatoriya li Tirkiyeyê dengên xwe bidin.

Kurdistaniyan xwestin ku dawî li polîtîkayên zext, kedxwarî û tune hesibandinê ya li hemberî gelê Kurd bê anîn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.