Li Frankfûrtê kampanyaya îmzeyan didome
Li Frankfûrtê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku li dijî qedexeya li ser PKK’ê tê birêvebirin de, îro jî îmze hatin berhevkirin xebata agahdarkirinê hat kirin.
Li Frankfûrtê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku li dijî qedexeya li ser PKK’ê tê birêvebirin de, îro jî îmze hatin berhevkirin xebata agahdarkirinê hat kirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe yên Yekîtiya Ewropayê, kampanyaya îmzeyan didome. Îro jî Kurdistaniyan li navenda bajar konê îmzeyan danî û gelek îmze berhev kirin. Di heman demê de têkildarê rewşa heyî ya li Kurdistanê, xebata agahdarkirinê hat birêvebirin.
Li ber standê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser Başûrê Kurdistanê hatin teşhîrkirin, têkildarê mijarê broşur hatin belav kirin.