Li Ewropayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li gelek welatên Ewropayê salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyan hate pîrozkirin.

Salvegera 38’emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ku guleya yekemîn li dijminên Kurdan hat avêtin, li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin.

ATÎNA

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çanda Kurdistanê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Kampa Lavrîo ya paytexta Yewnanîstan Atînayê bi çalakiyekê pîroz kirin. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Şahî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya Fermandar Egîd û pêşengên PKK’ê hate nîşandan berdewam kir. Di axaftinan de hate gotin ku guleya yekemîn bûye vejîna gelê Kurd û ev ruh niha li Zap, Avaşîn û Metîna destanên dîrokî dinivîse.

Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeyên "Bijî Cejna Vejînê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Zapê" bi dawî bû.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê jî Pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de sînevziyona li ser 15’ê Tebaxê hate temaşekirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî Kurdistanî bi boneya pîrozbahiyê li seyrangehê li hev civiyan. Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Daxil Rojava axaftinek kir.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stran û gerandina govendê dewam kir.

BASEL

Navendek din a pîrozbahiyê bajarê Basel ê Swîsreyê bû. Bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ên Ewropayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko-JIN semînerek hate lidarxistin.

Di semînerê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştre li ser Pêngava 15’ê Tebaxê sînevziyon hate temaşekirin.

Ji birîndarên Têkoşîna Azadiyê Serhad Garzan, der barê pêvajoya 15'ê Tebaxê û têkoşîna belavî 38 salan bû nirxandin kirin.

Piştî axaftinan, banga tevlêbûna meşa dirêj a 10’ê Îlonê li Elmanyayê bê lidarxistin, hate kirin.

Semîner bi dirûşmeyan bi dawî bû.