Li Esslîngenê pîrozbahî: 15'ê Tebaxê bîranîna wan e
Li Esslîngenê di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku fîşeka destpêkê ya di 15'ê Tebaxê de hate teqandin ji bo gelê Kurd kêliyeke diyarker bû.
Li Esslîngenê di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku fîşeka destpêkê ya di 15'ê Tebaxê de hate teqandin ji bo gelê Kurd kêliyeke diyarker bû.
Kurdistaniyên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê dimînin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Esslîngenê 15'ê Tebaxê pîroz kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Esslîngenê Marûf Kûl axivî.
Kûl bal kişand ser girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û destnîşan kir ku fîşeka destpêkê ya hate teqandin, diyarker bû. Kûl got, "Ji bo me dema vejînê ye. Me derfet bi dest xist ku xwe bigihînin dîrok û çanda xwe. Em vê têkoşînê deyndarê şehîdan e. 15'ê Tebaxê bîranîna wan e."
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.