Li Erîvanê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan hatin bibîranîn

Li Ermenistanê bi merasîmekê qurbaniyên ku di Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.

Li paytexta Ermenistanê Erîvanê bi boneya salvegera Qirkirina Ermeniyan a di 24’ê Nîsana 19915’an de merasîma bîranînê hate lidarxistin. Saziyên Kurdan yên li Ermenîstanê û Kurd beşdarî meresimê bûn. Piştî merasîma fermî ya dewletê girseya gel di saet 12.00’an de berê xwe da qada Tsitsernakabertê. Girseya gel li vir qûrnefîl û çeleng danîn cihê agirê bîranînê.

Di merasîma bîranînê de Şêx Tahir û Silavîk Kelaşyan axivîn û gotin: “Em di vê roja reş de li gel gelê Ermenîn. Em dizanin ku bi vê qirkirinê re civaka me ya Êzidî, gelên din bi Ermenan re hatin qirkirin. Heta roja îro jî dewleta Tirk a faşîst gelan qir dike. Em carek din vê qirkirinê şermezar diin.”