Li Erîvanê Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku gelê Kurd weke Cejna Vejînê pîroz dike, di salvegera xwe ya 38’emîn de li Erîvanê hat pîrozkirin.

Li Mala Gel a li Êrîvanê ya paytexta Ermenistanê gel li hev civiya û 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kir. Civîn ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlementer Kînyas Hasanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, endamên Yekîtiya Jinên Azad Jenya Qadir û Seyrana Celad di civînê de yek bi yek axivîn.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ê ku xwe nas nedikir, vejînek e; roja hişyarbûnê ye û wiha hate gotin: “Pêngava 15’ê Tebaxê, îro bûye bingeha avakirina gerîla yên ku li hemberî dijmin bi lehengî şer dikin. Pêngavek a wisa ji bo gelê Kurd û gelên herêmê bûye hêviya azadiyê. Eger ku îro gelê Kurd, gelên herêmê û cîhanê bi felsefeya Rêbertiyê li dijî sîstema kapîtalîst û faşîzmê di nava têkoşînê de ne, 15’ê Tebaxê bûye bingeha vê yekê.”

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê di vê pêvajoyê de her kes xwedî li destkeftiyan derbikevin û axaftin wiha bi dawî bûn: “Divê em têkoşîna xwe bigihînin astek a bilindtir, azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe û azadiya gelê xwe pêk bînin. Divê hemû lêhêrbûnên me li ser bingeha vê berpirsyariya ku dîrokê daye ser pişta me bin.’’