Li Erfûrtê mîtîngek li dijî êrişên dagirkeriyê hat lidarxistin
Di mîtînga li dijî êrişên dagirkeriyê ya li Erfûrtê hat lidarxistin de peyama “Heta êrişên faşîst bi dawî bibin emê qadan neterikînin” hate dayin.
Di mîtînga li dijî êrişên dagirkeriyê ya li Erfûrtê hat lidarxistin de peyama “Heta êrişên faşîst bi dawî bibin emê qadan neterikînin” hate dayin.
Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Rojava û Şengalê mîtîngek hate lidarxistin.
Gelek Kurdistanî û enternasyonalîst saet di 15:30’an de li ber Erfûrt Hbf’ê hatin cem hev, belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin û axaftin kirin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên Mexmûr, Şengal û Rojava û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî vê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyama “Eşkere ye ku êrîşên ku ne yên yekemîn in, wê ne yên dawî bin jî, lê berxwedana Kurdan her roj zêdetir dibe. Heta ku êrîşên faşîst bi dawî nebin em qadan neterikînin” hat dayin.
Mîtînga ku têde dirûşmeyên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin berzkirin, nêzî 2 saetan dewam kir.