Êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê didomîne, li bajarên Dusseldorf, Freîbûrg û Kolnê bi çalakiyan hate protestokirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldof ê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dûîsbûrg û Dusseldorfê dijîn, tev li mîtîngê bûn.
Çalakgerên ku li ber îstgeha trenê ya navenda Dusseldorfê hatin ba hev, dirûşmên “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin û bi axaftinan bal kişandin ser piştevaniya navneteweyî.
Çalakgeran diyar kir ku wê li dijî êrîşên dagirkeriyê timî li ber xwe bidin û banga tevlêbûna çalakiya ku wê 10’ê Îlonê li Dusseldorfê bê lidarxistin, kirin.
FREÎBÛRG
Li qada Synagoge ya Freîbûrgê êrîşên dagirkeriyê û xiyanet hatin protestokirin.
Gelê Kurd û dostên wan tev li xwepêşandanê bûn û dirûşmeyên “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehim e”, “Bimire xiyanet” û “Parastina gerîla, parastina Kurdistanê ye” berz kirin.
KOLN
Li Kolnê bi hevkariya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF) mîtîngek hat lidarxistin.
Çalakî di saet 17.00’an de li Bahnhofvorplatzê dest pê kir û pankartên ji bo teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk hatin hilgirtin. Ji bo bi agahdarkirina raya giştî ya Kon-Med’ê belavok hat xwendin.
Her wiha di çalakiyê de ji bo PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê” bê derxistin îmze hatin berhevkirin.
BERLÎN
Li ser banga Nav-Berlîn’ê û Meclîsa Jinan Dest-Dan Kurdistanî û dostên wan li Brandenbûrger Torê ya li Berlînê, di saet 18.00’an de hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê ji 14’ê Nîsanê û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, hat protestokirin.
Çalakiya protestoyê ji bo bibîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî Nûre Alkiş axivî, bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û got: “Dema em navê PDK’ê dibêjin, wijdanê me ne rehet dibe. Çima? Ji ber ku rastiya wê ew e ku ew partiya xiyanetê ye. Ji ber ku partiya xiyanetê ne, ji roja ava bûye heta bi niha ji bo Kurd û Kurdistanê tiştek nekirine ku em pê razî bibin. Îro ji ber xiyaneta PDK’ê em li kolanan in, em dibêjin bimire xiyanet. Em bi salan e rastî xiyaneta PDK’ê tên, em wek jinên Kurd pirs dikin: Ma Êdî ne bes e? Hûn ji xiyanetê têr nabin? Êrîşên dijmin me naêşînin. Ji ber ku ew dijminê me ye. Ew çi bike, em ê li dijî wê li ber xwe bidin. Ev çil sal in gelê Kurd, di şexsê Têkoşîna Azadiyê de li ber xwe dide. Lê malbata Barzanî, PDK kiriye wek mala xwe. Em qebûl nakin ku xwîna zarokên Kurd bin pê bike.”
Sûsanne Rosslîng jî li ser navê Berlîn Antîfayê axivî û got ku dewleta Tirk bi mehan e bêyî ku bibêje zarok, kal û jin êrîşê Kurdan dike û îşaret pê kir ku di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne û di heman demê de bi DAÎŞ’ê re kar dike.
Li ser navê Meclîsa Jinan Dest-Dan a Berlînê jî Xezal Bîlgîn destnîşan kir ku demokrasî rû bi rûyê êrîşan e.
Di çalakiya protestoyî de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî piştevaniya enternasyonel’’ û “Bimire xiyanet hatin berzkirin û pankarta “Bimire xiyanet” hat hilgirtin.
Endamên Meclîsa Nav-Berlînê, li qada çalakiyê li dijî qedexeya li ser PKK’ê di çarçoveya kampanyayê de îmze berhev kirin.