Li Elmanyayê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan - HATE NÛKIRIN - II

Kurdên li Elmanyayê dijîn li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Di çalakiyan de bal hat kişandin li ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û bajarê Dêrikê yê Rojava daketin qadan.

Di çalakiyan de ku peyama berxwedanê hat dayîn, bal hat kişandin ser hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ'ê re.

BERLÎN

Li ser banga Meclîsa Jinê ya Dest-Dan û Nav-Berlîn, piştî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a êvara 1’ê Sibatê ya li ser Şengal, Mexmûr û bajarê Dêrikê yê Rojava, bi sedan kes li Alexanderplatz a Berlînê hatin cem hev.

Di mîtînga ku Meclîsa Jinên Êzidî, Women Defend Rojava, Komeleya Rojava ya li Berlînê û Aveg-Kon piştgirî danê de, hate destnîşankirin ku di çavkaniya êrîşên dewleta Tirk de têkçûna Hesekê heye.

Di daxuyaniya li ser navê Women Defend Rojava hat dayin de bal hat kişandin li ser çekên di êrîşan de tên bikaranîn û hate gotin, "Êrîşa dewleta Tirk bi çekên NATO'yê pêk tê." Di bangewaziya ku ji Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annelena Bîerbock re hat kirin de hat xwestin ku pêşî li firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bê girtin.

Meclisa Jinên Êzidî jî diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk dewama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ye û got, "Ji Şengalê heta Rojava tişta ku DAÎŞ'ê nikarîbû bike, Erdogan dixwaze bike."

Di daxuyaniya li ser navê YJK-E'yê de jî hate gotin, "Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin: Bila dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bidin. Werin bi hevgirtina navneteweyî re em dawî li şerê li Kurdistanê bînin."

Komîteya Amadekar jî diyar kir ku her sê cih bi zanebûn hatine hilbijartin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salên 1990'î de 12 hezar welatiyên sivîl ên Mexmûrê ji ber şewitandina gundên xwe koçber bûn û ji ber ku teslîm nebûn weke hedef hatin hilbijartin." Komîteyê her wiha destnîşan kir ku pergala demokratîk a Rojava keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji ber vê yekê rastî êrîşan hatiye û got, "Li aliyê din Şengal xwe hem dispêre paradîgmaya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan û hem jî tevî fermana 74'an li ser piyan e. Ji ber vê jî di hedefa TC’yê de ye."

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Gelê Kurd", "Bijî Berxwedana QSD’ê", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Şengale", "Hoch dîe Internatîonale Solîdarîtat" û "Jin Jiyan Azadi" hatin berzkirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan meşiyan.

Di dema axaftinên di meşê de hatin kirin de bê navber dirûşmeyên "Terorîst Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û hate gotin, "Tişta ku DAÎŞ'ê nekiriye, Erdogan dixwaze temam bike. Êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan bi piştgiriya DYA û YE’yê tên kirin."

KOLN

Bombebarana duh bi şev a Mexmûr, Şengal û Rojava ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk li Kolnê hate protestokirin. Di çalakiya ku saet di 15:00’an de li Bahnhofvorplatzê destpê kir, hêrsa li dijî qetlîamên sivîlan serwer bû. Pêkhateyên Hêzên Demokratîk tevlî çalakiya ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan bi hev re organîze kirin bûn. Di çalakiyê de pankartên ku komkujiyên dewleta Tirk vedibêje hatin hilgirtin. Li vir Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut û Hevseroka AVEG-KON'ê Serpîl Arslan axaftin kirin. Li aliyê din Ozan Şemdîn bi stranên xwe banga berxwedan û yekîtiyê li gelê Kurd kir.

Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava dixwaze tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Hesekê hilîne. Ji duh ve NY û Yekîtiya Ewropayê ti bertek nîşanî bombebarankirina kampa Mexmûrê ya ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye, nedane. Dîsa hêzên Amerîkayê û hêzên rejîma Sûriyeyê yên amade bûn, li hemberî bomberdûmana Rojava tu bertek nîşan nedan. Ev hemû hêz li hemberî bomberdûmana Şengalê bêdeng man. Em bang li NY, YE û DYA’yê dikin ku li hember qetlîamên duh li dijî sivîlan pêk hatin bêdengiya xwe bişkînin û nebin alîgirê qetlîamên AKP’ê.

Hevseroka AVEG-KON'ê Serpîl Arslan jî got: 'Dîktatorê faşîst û kolonyalîst roj nîne ku qetlîamên nû neke. Her ku kirîza aborî û siyasî ya ku ketiye nava wê kûr dibe, ev dîktator her ku diçe zêdetir dide xuyakirin ku ew ê di êrîşên xwe yên li ser hemû beşên pêşverû û şoreşger, bi taybetî gelê Kurd û destkeftiyên wê, ti sînoran nas neke. Êrîşa 20’ê Çile ya li Hesekê ne tesaduf bû. Di salvegera êrîşa li ser Efrînê de hat kirin. Bi vê êrîşê re operasyoneke nû ya dagirkeriyê hat destpêkirin. Çawa ku li Ewropayê di dema dagirkirina Kobanê û Efrînê de her roj li kolanan bertek nîşan da, li dijî êrîşên li dijî Mexmûr, Şengal û Rojava jî divê em heman bertek nîşan bidin.

Di çalakiyê de daxuyaniyên KON-MED, TJK-E û Defend Rojava yên ku helwesta xwe li dijî êrîşan diyar dikin hatin xwendin.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê jî, bi armanca nîşandayina nerazîbûna li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a ku têkçûna DAÎŞ'ê ya li Hesekê nekarî daqurtîne, çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li ber Galeriya Ewropa hatin cem hev, bal kişandin ser wê yekê ku dewleta Tirk bi salan e êrîşên ku sivîlan qetil dike pêk tîne. Di çalakiya ku bi navê "Êrîş bi piştgiriya NATO'yê tên kirin" de bang li dewletên rojava hat kirin ku dengê xwe bilind bikin û nebin alîgirê qetlîama dewleta Tirk.

DARMSTADT

Kurdistaniyên li Darmstadtê û dostên wan li meydana qelebalix a Lûîsenplatzê li hev civiyan û dirûşmeyên, "Şengal, Mexmûr, Rojava ne bi tenê ne" berzkirin.

Mîtînga ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê û Meclîsa Jinê ya Rosa ve hat organîzekirin, bi beşdariya dehan kesî pêk hat.

Di mîtîngê de daxuyaniya ku ji aliyê KON-MED'ê ve li ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk hatibû amadekirin hat xwendin û li kesên ji vê derê derbas dibûn re hat belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şengal, Mexmûr, Rojava ne bi tenê ne" û "Bimre dewleta Tirk a faşîst" hatin berzkirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê bi tevlêbûna sedan kesî bi armanca şermezarkirina bomberdûmana hewayî ya dewleta Tirk a di serî de li ser Mexmûr, li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtînga li Monckebergê ku wek taxa herî qelebalix a bajêr tê zanîn, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di êrîşan de şehîd bûne destpê kir. Li ser navê DKTM'ê ya Hambûrgê Abdullah Dodan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan û mirovên bêparastin tişta ku li wê tê kiriye.

Dodan da zanîn ku berdêl çi dibe bila bibe wê meşa azadiyê ya vî gelî bidome û got, li dijî hovîtî û komkujiyan wê li her derê bertekên xwe nîşan bidin.

Di axaftinên bi zimanê Elmanî de êrîşên dewleta Tirk jî hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Terorîst Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî têkoşîna PKK'ê" hatin berzkirin.

Mîtîng piştre bi meşeke kurt bi dawî bû.

DUSSELDORF

Girseya li Dusseldorfê kom bû dirûşmeyên "Duh Hîtler, îro Erdogan", "Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombe dike" berz kirin û rola Elmanyayê ya di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan de teşhîr kirin.

DÛÎSBÛRG

Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku şeva 1’ê Sibatê li dijî Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dûîsbûrgê dijîn, bi banga çalakiya lezgîn mîtîngek li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşên dagirkeriyê bertek nîşan dan, peyama ku heta dawiyê ew li gel zarokên xwe yên li ber xwe didine dan.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê gelê Kurd û dostên xwe bi meşekê êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê şermezar kirin.

Bi hezaran Kurdistanî beşdarî meşa ku ji ber Hauptbahnhofê bi alên YPG û YPJ’ê destpê kir, bûn.

Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û “Bijî berxwedana YPG‘ê" hatin berzkirin.

MANNHEIM

Kurdistanî û dostên xwe li ber ber îstasyona trenê ya Mannheîmê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Parlamentera Die Linke Gokay Akbûlût ê ku beşdarî mîtîngê bû, diyar kir ku ew ê dewleta Tirk a faşîst a ku êrîşên li dijî mirovahiyê dike weke Dîe Lînke qebûl nekin.

Di mîtîngê de belavokên ku ji aliyê KON-MED'ê ve hatibûn amadekirin hatin xwendin û li derdor hatin belavkirin.

MUNÎH

Kurd û dostên xwe li bajarê Munchen ê Bayernê bi banga çalakiya lezgîn derketin qadan.

Gelê Kurdistanê û dostên wan ên Elman ku li navenda bajarê Stachusê hatin cem hev, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Dêrik, Mexmûr û Şengalê dan.

KASSEL Û GOTTINGEN

Kurd û aktivîstên enternasyonalîst li bajarê Kassel û Gottingen ê Elmanyayê jî êrîşên dewlta Tirk a dagirker yên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrikê şermezar kirin.

Çalakiyên ku bi sedan kes beşdar bûn, li meydana Ganseliesel a Gottingen û li Konigplatz a Kasselê dest pê kir. Di her du çalakiyan de jî alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“,“Kujer Erdogan”, “Faşîst Erdogan” û “Şehîd namirin” berz kirin.

DORTMÛND

Li Dortmûndê jî bi sedan Kurd li hev ciyan û hevkariya DAIŞ’ê û Tirkiyeyê şermezar kir.

BREMEN

Li Bremenê jî mîtînga şermezar kirinê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên Elman li ber Parlamentoya Eyaletê ya li Bremen Marktplatzê li hev civiyan. Li vir li ser navê nûnerên KCDK-E, PYD û Înternasyonal Lînke axaftin hatin kirin.

Li ser navê KCDK-E’yê Hevserokê Giştî Yûksel Koç axivî û got: “Dewleta Tirk ji ber ku dît ku bi êrîşên girtîgehên Hesekê re hewldanên ji nû ve giyan dayîna DAIŞ’ê têk çûn, bi êrîşeke bi vî rengî careke din têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re aşkerakir.“

KIEL

BIELEFELD

Li Bielefeldê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê mîtîngek hate lidarxistin. Komeleya Kurdistanê ya Bielefeld, Rêxistinên Êzidî, NAV-YEK, SMJÊ û HCÊ  bi hevre bang kir.

STÛTTGART

Li Stûttgartê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd YJK-E û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk meşek hat lidarxistin.

Bi dehan Kurdistanî û dostên wan tevlî meşê bûn. Piştî meşê li qada Kobanê mîtîngek hate lidarxistin. Nûnerên saziyan axaftin kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê yên li ser Kurdan didomîne.

Di mîtinê de hate gotin ku tişta DAIŞ'ê li Hesekê nekariye bike, Erdogan bi rakirina dehan balafirên şer û bomberdûmana Mexmûr, Şengal û Rojava dixwaze temam bike.

Di mîtîngê de belavok hatin belavkirin.

AÛRICH

Li Aurîchê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan ya Şehîd Zelal mîtîna şermezar kirinê hate lidarxistin. Di mîtînga ku saet di 13.00’an de li Marktplatzê destpê kir, dirûşmeyên ku êrîş şermezar dikin hatin berzkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîş bi plan û sîstematîk hatine kirin û hate gotin ku gelê Kurd çi dibe bila bibe wê serî natewîne.

LEIPZIG

Yek ji qadên çalakiyê Leîpzîg bû.

Endamê Desteya Rêveber a Fed-Kurd Menderes Konya, di çalakiya li vir de axivî. Konya diyar kir ku bi mehan endamên DAIŞ‘ê amadekariya xwe dikirin û got:“Tirkiye piştgirî da. Lê belê berxwedana QSD'ê ya li Rojava hemû planên wan pûç kir."

HALLE

Li bajarê Halle yê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Hesekê şermezar kirin.