Li Elmanyayê derbarê sê xebatkarên MÎT’ê lêpirsîn hate destpêkirin
Hikumeta Elmanyayê diyar kir ku di sala 2022’an de dudu û di sala 2023’an de jî li sîxurekî MÎT’ê lêpirsîn hatiye vekirin.
Hikumeta Elmanyayê diyar kir ku di sala 2022’an de dudu û di sala 2023’an de jî li sîxurekî MÎT’ê lêpirsîn hatiye vekirin.
Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen çend roj berê derbarê xebatên îstîxbaratê yên ku welatên biyan û bi taybetî dewleta Tirkiyeyê li Elmanyayê dike û hevkariya li ser esasê hiqûqê pirsnameyek dabû Meclîsa Federal. Musteşarê Wezîrê Edaletê Benjamîn Strasser pirsname bersivand.
Musteşar Strasser daneyên sala 2022'an eşkere kir ku Serdozgeriya Komarê ya Federal der barê 16 kesan de bi hinceta ku ji rêxistinên îstîxbarata biyanî re sîxuriyê dikin lêpirsîn vekiriye û 2 ji wan jî têkiliya wan bi Tirkiyeyê re heye. Di bersivê de hat gotin ku ji 3’ê Nîsana 2023yan şûnde derbarê kesekî din ku di sala 2023’an da sîxuriya MÎTê kiriye lêpirsîn hatiye destpêkirin.
TIRKIYEYÊ DI SALA 2023’AN DE 33 KES JI ELMANYAYÊ XWEST
Musteşar Strasses daneyên sala 2022’an û sê mehên sala 2023’an jî eşkere kir û diyar kir rejîma Enqereyê 81 kes û îsal jî 33 kes ji wan xwestiye.
Her wiha li gorî agahiyên di bersivê de, dewleta Tirk di lêpirsînên sala 2022’an de li dijî 416 kesan hatiye vekirin, ji Elmanyayê daxwaza hevkariyê kiriye. Hikûmeta AKP-MHP'ê di 3 mehên destpêkê yên îsal de di çarçoveya lêpirsîna 53 kesan de daxwaza alîkariya hiqûqî ji Elmanyayê re ragihandiye.
Li Elmanya ku yek ji wan welatên xwedî şebekeya sîxuriyê ya herî xurt a cîhanê ye, MÎT bi rêya mizgeft, konsolosxane, bank û heta ajansên geştyarî tê birêxistinkirin. Herçiqas lêpirsîn werin destpêkirin jî piştre lêpirsîn tên sekinandin.
Ji ber bêdengiya dewleta Elman, di sala 2020’an de derbarê MÎT’ê 4, di sala 2021’an de jî li 7 kesan lêpirsîn hatin destpêkirin. Lê aqûbeta van lêpirsînan nehate eşkerekirin.
Lêpirsîna sîxuriyê ya ku di destpêka sala 2017’an de li dijî 19 melayên endamên DÎTÎB’ê hatibû vekirin, di encama muzakereyên di navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan de hatibû girtin.
Ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan ê ku di navbera sala 2016'an de der barê siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê de agahî berhev kir û plana sûîqestê da, cezayekî wekî xelatê stend. Dadgeha Hambûrgê di Cotmeha 2017'an de daxuyanî da û ji bo Sayan gotibû 'ne profesyonel e' û biryar dabû bi ‘şertê kontrola edlî’ ji girtîgehê derkeve û li Elmanyayê bimîne.
Dîsa di Gulana 2015’an de li dijî 3 kesên ku di doza ku di hucreya îstîxbarata Tirk de hatibû vekirin de bi kefaleta 70 hezar Euroyî hatibûn berdan. Şêwirmendên Erdogan Muhammed Taha Gergerlîoglû, Ahmet Y. û Goksel G, agahiyên derbarê Kurd û Elewiyên li Elmanyayê ji MÎT’ê re dişandin. Tevî gelek delîlan Gergerlioglû û koma wî piştî hevdîtina Erdogan a bi seroka wê demê Angela Merkel re di Cotmeha 2015’an a li Berlînê hatibûn berdan.