Li Elmanyayê 2 polîs hatin kuştin
Li başûr rojavayê Elmanyayê, di dema kontrola rê de 2 polîs hatin kuştin. Polîsan dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Li başûr rojavayê Elmanyayê, di dema kontrola rê de 2 polîs hatin kuştin. Polîsan dest bi operasyoneke berfireh kirin.
Li gorî daxuyaniya polîsên Elman, li nêzî bajarê Kuselê di dema kontrola rê de yek jê jin, yek jî mêr 2 polîs hatin kuştin.
Polîsan diyar kirin ku li ser motîvasyona êrişkaran agahî li ber destê wan nîne û bang li ajokaran kirin ku kesên otostopê dikin nexin wesayita xwe.
Polîsan ji bo girtina êrişkaran dest bi operasyoneke berfireh kirin.