Li Dusseldorf û Hambûrgê dewleta Tirk û PDK hat protestokirin
Kurdên li Dusseldorf û Hambûrgê dewleta Tirk û PDK protesto kirin û peyama “Em ê ji vir û şûn de qat bi qat zêdetir xwedî li berxwedana gerîla derbikevin” dan.
Kurdên li Dusseldorf û Hambûrgê dewleta Tirk û PDK protesto kirin û peyama “Em ê ji vir û şûn de qat bi qat zêdetir xwedî li berxwedana gerîla derbikevin” dan.
Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta NRW a Elmanyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û Kurdistanê protesto kirin.
Di mîtînga li li ber HBF Dusseldorfê ji xeynî dewleta Tirk, PDK a hevkar jî hat protestokirin.
Di çalakiyê bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dan û berxwedana gerîla hat silavkirin.
Di mîtîngê de hat destnîşankirin ku gerîlayên azadiya Kurd di serî de gelên li Rojhilata Navîn parêzvanên azadiya hemû gelên hatin çewisandin û jinan e.
Piştî peyamên bi Elmanî hatin dayîn Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axivî û ev peyam da: “Bila malbata Barzanî baş bizane ku Eger PKK nebûya, malbata Barzanî nikare 24 saetan jî li Kurdistanê bisekine. Em ê ji vir û şûn de asta xwe ya xwedî lê derketinê qat bi qat zêdetir bikin.”
Her wiha Zumrut banga tevlêbûna ji bo Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30’emîn a di 17’ê Îlonê de kir. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî ji xeynî Hambûrgê, ji Kîel, Bremen, Stade û Oldenbûrgê tevlî meşê bûn û meş ji Damtordê destpê kir.
Parlamenterê berê yê Partiya Çep û Civaknas Martin Dolzer bertek nîşanî êrîşên kîmyewî yên li ser herêmên gerîla da û bêdengiya OPCW’ê şermezar kir.
Li ser navê Civaka Kurd a Hambûrgê Emîn Derik axivî û got: “Dewleta Tirk li hemberî gerîla têk diçe û sivîlan dike hedef.”
Komek ciwanên Elman ên li dijî şer jî bi pankarta “Dilê me Şoreşa Rojava” tevlî meşê bûn.
Meş li îstasyona trenê Sternschanzeyê bi dawî bû.