Li dijî qedexeya li ser PKK’ê standên îmzeyan hatin danîn
Ji bo kampanyaya ku bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK’ê hatî destpêkirin li gelek bajaran standên îmzeyan hatin danîn.
Ji bo kampanyaya ku bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK’ê hatî destpêkirin li gelek bajaran standên îmzeyan hatin danîn.
Kurdistaniyên li bajarên Hannover û Dortmûndê yên Elmanyayê ku ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê stand danîn, gelek îmze kom kirin û derbarê PKK'ê de raya giştî agahdar kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê standa îmzeyan hat danîn. Di bin bayê sar û baranê de bi sedan îmze hatin komkirin.
Tevî civaka Elman, Kurdistaniyan jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya konê dan.
Di nava rojê de li kon muzîka Kurdî hat lêdan û agahî hatin dayîn.
DORTMÛND
Pêşengên çalakiya standê ya li Dortmûnd a Elmanyayê, tevgerên ciwanên Kurd ên Ewropayê bûn.
Kurdistaniyan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber Gara Trenê ya Navendî ya Dortmûndê stand danîn.
Di standa ku gelek îmze hatin berhevkirin de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên derbarê PKK’ê hatin nasandin.
Çalakiya ku saet di 12:00’an de destpê kir rastê eleqeyek mezin hat û 4 saetan dewam kir.