Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çandê ya Kurdistanê di meşa ku li paytext Atîna ya Yewnanîstanê lidar xistin de, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Meşa ku li ber Akademiya Atînayê destpê kirî, li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê bi dawî bû. Sosyalîst û şoreşgerên Yewnanîstanî û enternasyonal jî tevlî meşê bûn.
Girseya ku posterên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hilgirtîn, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Tirkiye” berz kirin.
Komek ji bo balê bikêşin li ser êrîşên bi çekên kîmyewî, wêneyên gerîlayên ku cil û bergên kamûflajê û maskeyên gazê li xwe kirîn û şehîd bûn, vekirin û pêşengî ji meşê re kirin.
Welatiyên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan çalakiya girseyê.
Dema ku meş li ber Balyozxaneya Tirk bi dawî bû, girseyê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girt.
Piştre Hevberdevkê Komeleya Çandê ya Kurdistanê Erkan Erencî axivî. Erencî bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bin ketin, bi awayek dijwar serî li bikaranîna çekên kîmyewî didin û banga hestiyarbûnê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.
Erencî diyar kir ku dewleta Tirk bê ku sînorên mirovî û exlaqî nas bike êrîş dike û anî ziman ku şeva borî li Rojava 4 zarok hatin qetilkirin, 11 jî birîndar bûn û vê êrîşê jî rûyê dewleta Tirk a rast derxistiye holê.
Erencî destnîşan kir ku hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hem jî li Rojava berxwedanek destanî tê nîşan dan û bang li gelê Kurd û dostên wê hat kirin ku berxwedanê mezin bikin.
Piştî axaftinan girseyê bi berzkirina dirûşmeyan çalakî bi dawî kir.