Li dijî êrişên dagirkeriyê, li Maînzê mîtîng hate lidarxistin

Jinên Xwendekar ên Kurdistanî (JXK) li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk, li bajarê Maînzê yê Elmanyayê mîtîngek li dar xistin.

JXK'ê êvarê 3'ê Sibatê mîtîngek pêk anî û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) jî piştgirî da.

Di çalakiyê de afîşên bi nivîsa "Bes e ji faşîzma Tirkiyeyê re", "Mexmûr" û "Şengal" hatin hildan. Bi navê amadekaran daxuyaniyek hate dayin û êrişên şeva 1'ê Sibatê yên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku weke jinên Kurdistanî ew van êrişan qebûl nakin û ji hêzên navneteweyî hate xwestin ku li pêşiya van êrişan bisekinin.

Her wiha bang li dewleta Elman jî hate kirin ku peymanên çekan ên bi dewleta Tirk re betal bike û hate gotin, "Bi taybetî jinên Kurd li qadan xwedî li nirxên xwe derdikevin û berxwedanê dewam dikin."

Çalakgeran ji dewleta Elmanyayê xwest ku helwesta xwe ya li hemberî van êrişan biguherîne û nebe hevparê qirkirinê.

Mîtîngê bi qasî saetekê dewam kir.