Li dijî êrîşên dagirkeriyê li Frankfûrtê mîtîngek hat lidarxistin
Li Frankfûrtê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Rojava, bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji bajarên derdor hat protestokirin.
Li Frankfûrtê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Rojava, bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji bajarên derdor hat protestokirin.
Ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta çete ya faşîst a AKP/MHP’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber îstasyona trenê ya navenda Frankfûrtê mîtîngek hat lidarxistin.
Di saet 14.30’an de Kurdistaniyên ji bajarên derdor tevlî mîtîngê bûn, dirûşme berz kirin û belavok hatin xwendin. Di axaftina li ser navê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst a Elman hat kirin de, qala girîngiya Şoreşa Rojava û mînakbûyîna wê ya ji bo têkoşînên şoreşan hat kirin û hat destnîşankirin ku modela Rêveberiya Xweser a Rojava, divê ji bo hemû civakan model be. Her wiha di mîtîngê de bal hat kişandin ku ji ber berjewendiyên polîtîk û aborî çav li êrîşên rejîma Erdogan ku di asta navneteweyî de piştgiriya wî tê kirin, tê girtin.
Di mîtîngê de flamayên YPJ û YPG’ê hatin hilgirtin. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina êrîşan, bi dawî bû.