Îro li paytexta Fînlandya Helsînkî di navbera Tirkiye, Fînlandya û Swêdê de civînek li ser mijara endambûna welatên Fînlandya û Swêdê ya NATO’yê hat lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina vê civînê koma çalakvanên aştiyê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) çalakiyeke protestoyî lidarxistin. Armanca çalakiyê nîşandayina nerazîbûna li hemberî radestkirina aktîvîstên Kurd û ragirtina xebatên rêxistinên Kurdan ya ji aliyê welatê Fînlandya ku li ser daxwazên Tirkiyê pêk tîne bû.
Çalakiya bi qasî demjimêrek û nîv dom kir li ber Wezareta Derwe ya Fînlandya ya li Helsînkî hat lidarxistin. Hejmarek berçav Kurd û Fînlandî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de zêdetir hişyarî hat dayîn ku divê welatê Fînlandya bi ti awayî serî li ber daxwazên Erdoganê dîktator netewînê û biryara qedexeya firotina çekan a ji bo Tirkiyê bê domkirin. Her wiha di daxuyaniyan de bi berfirehî behsa rewşa faşîzma dewleta Tirk a li hember Kurdan hat kirin.