Piştî axaftina destpêkê ya Serokê Kongreyê Kevin Callinan mijarên; edaleta avhewayê, edaleta civakî ya li Kolombiyayê, piştgiriya ji bo têkoşîna Kurdan û piştgiriya bi Fîlîstînê re hatin nîqaşkirin.
Di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re', ji bo nirxandina krîza mafên mirovan a li Tirkiyeyê û bi taybetî destnîşankirina cidiyeta rewşa Abdullah Ocalan komxebatek hate lidarxistin. Berdevkê Însiyatîfa navneteweyî di komxebatê de diyar kir ku azadiya Ocalan bi azadiya gelê Kurd û azadiya 'her kesî' ve eleqedar e. Di komxebatê de hate ragihandin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd divê ne tenê weke çareseriya ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, di heman demê de di pirsgirêk êu şerê li welatê Îrlanda û tevahiya cîhanê de weke paradîgmayekê ku divê li ber çavan bê girtin, were nirxandin.
Weke encamek ji vê komxebatê, Însiyatîfa Navneteweyî wê li dijî zext û mêtingeriyê, di têkoşîna hevpar de bi sendîkayên Îrlandayê re hevkariyeke xurt bike. Di komxebatê de hate destnîşankirin ku ji ber mêtingeriya li ser wan; hem Îrlandayî hem jî Kurd bi rewşa hev zanin, lewma ji hevkariyê jî hêz peyda dibe.