Li Cenevreyê çalakiya rûniştinê berdewam dike

Ji 25’ê Çileyê sala 2021’î heta bi niha her roja Çarşemiyê ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê tê kirin. Di çalakiya rûnîştinê ya vê carê de banga tevlêbûyîna meşa 23’yê Tîrmehê ya li Lozanê hat kirin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî, ket meha 19’emîn. Di çalakiya vê hefteyê hat lidarxistin de ji bo şehîdên meha Tîrmehê û Şoreşa Rojava û Komkujiya Pirsûsê, bi deqeyekê rêz hat girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Erdal Atasoy ku di çalakiyê de axivî û got: “Li ser esasê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiya ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teşhîrkirina êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê berdewam in.

Hevserok Mulkiye Bûlût jî bal bi ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî Peymana Lozanê ya dikeve sala xwe 99’emîn û konsepta êrîşan a bi her awayî ev tişt anîn ziman: “Ji temambûyîna 100 sed salên Peymana Lozanê ya Kurdistan pê bû çar perçe re, pir nemaye. Li dijî dewamkirina vê peymanê em ê têkoşîna mayîn û nemayînê bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî dewamkirina vê peymanê ya jî peymaneke din a wê wek dewama vê peymanê be, 23’yê Tîrmehê li Lozanê bin. Ne bi çar parçeyan lê bi Kurdistaneke yekbûyî em ê 23’yê Tîrmehê di serî de Lozan em ê li bi dehan navendên li Diyasporayê dengê xwe bilind bikin.’’ 

Piştî axavtina Bûlûtê, Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşma “Dem dema azadiyê ye“ li çalakiya rûniştinê dewam kir.

SOLOTHÛRNÊ

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, ji bo teşhîr kirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, dest bi çalakiya kon vedanê a bi sê rojan hat kirin.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a Solothûrnê (CDK), Komuna Jinan a Pinarê û Tevgera Ciwanên Kurd ên Şoreşger (TCŞ) û TekoJIN’ê çalakiya kon vedanê li qada Kreuzacker dest pê kir.

Di çalakiya kon vedanê ya bi pir alî lê tê dewamkirin de, Kurdistaniyê qirkeriya dewleta Tirk teşhîr dikin, li ser Şoreşa Rojava ya ket sala xwe ya 10’emîn û girtina qeda hewayî ya Rojava, Mexmûr û Şengalê ji firînê re agahdariyê dikin.

Di çarçoveya çalakiyê de wê ji bo derxistina PKK’ê “ji lîsteya terorê“  îmze bênberhevkirin.