Li Bordeaûxê çalakiya daliqandina pankartan hat lidarxistin
TCŞ’yiyan bi daliqandina al û posterên mezin li ser pirê, hewil dan ku balê bikişînin ser pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê.
TCŞ’yiyan bi daliqandina al û posterên mezin li ser pirê, hewil dan ku balê bikişînin ser pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo kişandina balê bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aleke TCŞ û yek jî ya PKK’ê bi pirê de daliqandin. Ciwanan dirûşmeyên “Azadî ji Ocalan re”, “Erdoganê terorîst” û “Polîtîkaya çareseriyê ji bo Kurdistanê” berz kirin û dan zanîn ku ew ê li hember her êrîşa li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bisekinin.”