Li Bîelefeldê çalakiya xwedîderketina li Şengalê

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi çalakiyekê êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Di çarçoveya kampanya "Edalet ji bo Kurdan" doh li bajarê Bîelefedê yê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin û işaret bi gef û êrişên li ser Şengalê hate kirin.

Çalakî ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê û Meclîsa Gel a Bîelefeldê ve hate lidarxistin.

Destpêkê li ser kampanya "Edalet ji bo Kurdan" standa agahdarkirinê hate danîn û li dijî qedexeya li ser PKK'ê îmze hatin komkirin.

Piştre jî danê nîvro mîtîngek pêk hat.

Di mîtîngê de wêneyên şehîdên YBŞ'ê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan hatin hildan û dirûşm hatin qîrîn.

Bi navê SMJÊ, PYD, Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê û Meclîsa Gel a Bîelefeldê axaftin hatin kirin, êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hatin şermezarkirin û ji bo xwedîderketina li Şengalê bang hate kirin.