Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê Tebaxê de 2 TIR’ên ku ji Tesîsên Etî Bakir a Cengîz Holdînga bar hilgirtibûn û bi rê ketibûn, di rê de qeza kiribûn û bûbûn sedema qetilkirina 21 kesan. Ji bo kesên hatine qetilkirin konê sersaxiyê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Swîsreyê (CDK-S) Kantona Bernê hat danîn. Bi sedan kes tev li sersaxiyê bûn.
Xizmên kesên hatine qelkirin serdanên sersaxiyê qebûl kirin. Di sersaxiyê de ji bo kesên hatine qetilkirin deqîqeyekê rêz hate girtin.
Ji xizmên kesên hatin qetilkirin Osman Ayebe, Mervan Ayebe û Jiyan Tanrisever yek bi yek axivin.
Mervan Ayebe da zanîn ku ev qetilama ku jê re dibêjin qeza ye, versiyoneke cuda ya polîtîka qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan e. Ayebe anî ziman ku bi vê qezaya bi destê faşîzma AKP/MHP’ê hat kirin, xwestin peyama “Hûn derveyê polîtîkayên me tevbigerin em ê we bikujin“ bidin û got: “Sedema ku şev nîvê şevê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû piştî bûyera demildest çû cihê bûyerê û daxuyanî da ,xwest ku ser meseleyê bigire.“
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Bernê Bûrhan Karakoç jî axivî û wiha got: “Gotinên Erdogan ên ‘Em ê 50 hezar banot bidin malbatên mexdûr, şirket jî 250 hezar bide, em ê bi temamî 300 hezar banto bidin’ pir kirêt û nepêketî ne. Ev ne qezayeke trafîkê ya jirêzê ye. Bi nêzîkatiya rayedarên dewletê ev rastî aşkere dibe.“
Piştî axaftinan, ji bo piştevaniya bi malbatên mexdûr rê maseya bexişê hat danîn.