Li Berlînê hilgirtina alên YPG/YPJ’ê hatin astengkirin

Kurdistaniyan bi pêşengiya PYD Berlînê xwestin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto bikin. Polîsên Berlînê bi awayek keyfî hilgirtina alên YPG/YPJ’ê asteng kirin.

PYD Berlînê, Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Meclîsa Nav-Berlîn û Fed-Kurd bi dirûşmeya “Em êrîşên li ser Rojava şermezar dikin! Em qetilkirina zarokan şermezar dikin! Em bi şervanên xwe re ne!” ji qada Hermannplatz a Berlînê heta Kottbûsser Torê destûra meşê girtin, lê rastî pêkanînê keyfî yên polîsên Berlînê hatin.

Di serlêdanên saziyan de bi nivîskî nehatibû gotin ku wê astengî bên derxistin, lê li ser vê yekê li qada Hermannplatzê ya ku girse lê hatî ba hev, polîsên Berlînê gotin ku herî zêde dikarin du alên YPG û YPJ’ê bihilgirin.

Li ser navê saziyan Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok axivî û got: “Dewletên Ewropayê, Elmanya li Rojava dibêjin YPG û YPJ’ê em bi we serbilind in, hûn bi wêrek in lê li paytexta Elmanya Berlînê polîs hilgirtina alên YPG û YPJ’ê tê astengkirin. Ev du rutiye. Ev ne rast e. Em jî vê qebûl nakin. Em jî wê li dijî vê yekê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Dest-Danê hatî dayîn de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker her roj bi hewayî êrîşê Rojava dike. Jin û zarokan qetil dike. Tevî ku têkoşîna azadiya Kurd têkoşînek a azadiyê ya jina azad e, dewleta Tirk vê naxwaze. Em ji bo vê rewşê protesto bikin, li vir bûn. Em her roj li kolanan e. Lê îro nehiştin ku em alên xwe bihilgirin. Polîs dibêjin ku ‘YPG û YPJ qedexe ye’. Tenê dihêlin ku 50 kes yek alê bihilgirtin. Em vê red dikin.”

Kurdistanî û dostên wan ev helwesta polîsan protesto kirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” belav bûn.