Li ber balyozxaneya Tirk a Kopenhagê çalakî hat lidarxistin

Kurdistaniyên li ber balyozxaneya Tirk a li Kopenhagê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên bi ser Kurdistanê de teşhîr kirin.

Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, bi pêşengiya PYD’ê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber balyozxaneya Tirk a Kopenhagê protesto kirin.

Di mîtînga saet di 13.00’î de hat kirin de li ser navê PYD’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi planê dagirkirina Kurdistanê bi êrîşên hovane sivîlan qetil dike.

Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmên “Bimire AKP-MHP’a faşîst“, “Bimire Erdogan“, “Erdoganê kujerê zarokan“ û ‘’Avakerê DAÎŞ’ê Erdogan“ hişmendiya dagirker a dewleta Tirk deşîfre kirin.