Li Bellinzonayê Navenda Civaka Kurd hate vekirin
Li bajarê Bellinzonayê ku paytexta kantona Ticino ya Swîsreyê ye ku bi Îtalyanî diaxive, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate vekirin.
Li bajarê Bellinzonayê ku paytexta kantona Ticino ya Swîsreyê ye ku bi Îtalyanî diaxive, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate vekirin.
Li vê kantonê ku zêdeyî 300 malbatên Kurdistanî hene, ji sala 2008'an û vir ve hewl dihate dayin ku Navenda Civaka Kurd bê vekirin, lê belê hewldan hemû bi ser neketin.
Li avahiyekê ku Partiya Karker (POP), koma dostaniyê ya Kuba-Swîsre, saziya çapemeniyê ya Equomedia û rêxistiniya civaka Şîlî Alba Suiza lê ne, wê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî kar bike. Bi Navenda Çanda Kurd re hem wê têkiliya civakî ya navbera Kurdistaniyan bê xurtkirin, hem jî bibe navenda dîplomasiyê ya Kurdistaniyên li kantonê.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bellizonayê bi vê armancê doh bi merasîmekê hate vekirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û endamên Dîwana Hevserokatiyê tevlî merasîmê bûn û vekirina navendê pîroz kirin.
Di merasîmê de bi navê saziyên dost jî axaftin hatin kirin û kombûn bi muzîkê bi dawî bû.