Li Baselê çalakiya ‘Sê Jinên Azad‘
Çalakiya 'Sê jinên azad' li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate lidarxistin.
Çalakiya 'Sê jinên azad' li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate lidarxistin.
Çalakiya 'Sê jinên azad' ku îsal cara 7‘mîn ji bo bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate lidarxistin. Çalakî bi tevlîbûnek zêde li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin. Di şexsê sê şoreşgeran de ji bo şehîdan rêz hate girtin.
‘SEMBOLA TÊKOŞÎNA JINÊ‘
Axaftina destpêkê endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat kir. Serhet, destpêka axaftina xwe de Sara, Rojbîn û Rohahî bibîr anî û wiha got: “3 rêhevalên me yên ku li ser xeta berxwedanê ya Rêbertiya me ji bo azadiya gelê Kurd û jinên Kurd têdikoşiyan, navê xwe di cîhana dîroka şoreşa jinê bi tîpên zêrîn nivîsand. Berdelên azadiyê giran e. Sara ev berdel li girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay Yildirim da. Ev têkoşîn îro li Rojava û Qadên Parastina Medyayê berdewam dike. Eger Sara û Mezlûman li ber xwe neda ban, wê îro jî berxwedan tunebûya. Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Li dijî hewldana Rêbertiya me li Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin. Piştî ku sê jinên şoreşger hatin qetilkirin, Serokomarê Fransa yê demê soz da Kurdan û got, ‘Ew ê vê komkujiyê ronî bikin‘. Heta niha tu pêşveçûn çênebûye. Sakîne Cansîz pêşenga jinên cîhanê ye.“
‘HETA KOMKUJÎ RONÎ BIBE EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN‘
Serhat diyar kir ku bi milyonan îro di qadên têkoşînê de li ser rêya Sara, Rojbîn û Ronahî dimeşin û got: “Heta ku kujerên sê jinên şoreşger derkevin holê û komkujî ronî bibe em ê têkoşîna xwe mezin bikin.“
Di çalakiya ku detayên komkujiyê û têkoşîna 3 jinên şoreşger ên Kurd hate vegotin. Di çalakiyê de muzîk hate guhdarkirin. Her wiha di çalakiyê de rojnameger Guler Yildiz jî helbest xwend.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Sara, Rojbîn, Ronahî” bi dawî bû.