Li bajarên Swîsreyê merasîmên bibîranînê
Ji bo şehîd Aynûr Atli, Dîlan Aldan, Ûlaş Alankûş, Fîkret Tekçe û girtiyê nexweş Bazo Yilmaz li bajarên Swîsreyê merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo şehîd Aynûr Atli, Dîlan Aldan, Ûlaş Alankûş, Fîkret Tekçe û girtiyê nexweş Bazo Yilmaz li bajarên Swîsreyê merasîmên bibîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo gerîlayên di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Li bajarê Lozanê jî ji bo girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ê di Girtîgeha T ya bi hejmar 2 ya Rihayê de hat qetilkirin konê sersaxiyê hat danîn.
Ji bo gerîlayên YJA Star’ê Armanc Arîn (Aynûr Atli) a hat ragihandin ku 30’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û Rewşen Hêvî (Dîlan Aldan) a 6 Hezîranê şehîd bû li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Zurîhê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Di bibîranîna ku ferdên malbata Armanc Arînê lê amade bûn de, di şexsê her du şehîdan de ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (Komaw) Metîn Aktaş, di bibîranînê de axivî û nirxandina pêvajoyê kir. Piştre jî li ser navê malbata Armanc Arîn, Devrîm Atli axivî û “Em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derbikevin û têkoşînê geş bikin.“
Hevserokê Navendên Civaka Kurd ên Demokratîk ê Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş jî bi axaftineke kurt şehîd bi bîr anîn.
Piştî nîşandayîna sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan, bibîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin“ bi dawî bû.
ÛLAŞ ALANKÛŞ Û FÎKRET TEKÇE JÎ HATIN BIBÎRANÎN
Ji bo gerîlayên Tevgera Şoreşa Yekbûyî Ûlaş Alankûş û Fîkret Tekçe yên hat ragihandin ku 5’ê Tebaxê li navçeya Bazîd a Agiriyê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûne merasîmeke bibîranînê ya din li bajarê Zurîhê hat lidarxistin.
Bibîranîn li Navenda Perwerdehî û Çandê ya Zurîhê hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên şoreşger tev li bibîranînê bûn.
Di bibîranînê de peyamên MLKP û HBDH’yê hatin ragihandin.
Li ser navê Dayikên Aştiyê û Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) banga hevparkirin û geşkirina têkoşînê hat kirin.
JI BO BAZO YILMAZ KONÊ SERSAXIYÊ HAT DANÎN
Ji bo girtiyê nexweş ê giran Bazo Yilmaz (67) ê di Girtîgeha T ya bi Hejmar 2 ya Rihayê de hat qetilkirin, li bajarê Mûdon ê girêdayê Kantona Lozanê konê sersaxiyê hat danîn.
Malbata Bazo Yilmaz yên ji bo sersaxiyê hatin pêşwazî kirin.
Siyasetmedar Welat Bagok ê li konê sersaxiyê axivî . Bagok, bi bibîranîn Yilmaz dest bi axaftina xwe kir û got: “Ev rastî careke din derketiye holê; PKK, tevger û partiya şehîdan e. Berpirsyariya me ew e ku em ji bo xatirê şehîdan têkoşînê geş bikin û îdealên Kurd û Kurdistana azad û Rêbertiya azad pêk bînin. Têkoşîna bi pêvajoya partîbûyîna bi şehadeta Hakî Karer dest pê kir, bi baweriya bi têkoşînê ya şehîdan geş bû. Li dijî van êrîşên ji gelê Kurd re mirin û qirkirinê rewa dibînin, em soz didin ku em ê baweriya şehîdan a bi têkoşînê bikin esas û têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.“