Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên Cejna Vejînê -NÛ BÛ
Li gelek welatên Ewropayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin.
Li gelek welatên Ewropayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin.
15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, li gelek welatên Ewropayê bi dirûşma “Bi şiara Rêbertî û nasnameya azad û xweseriya demokratîk, parastina Kurdistanê bike“ hat pîrozkirin.
ST. POLTEN
Kurdistaniyên li bajarên St Polten, Viyana û Innsbruckê dimînin, li bajarê St. Poltenê hatin ba hev. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal, li ser geşedanên pêvajoyê û Pêngava 15’ê Tebaxê axivî.
Şemsîxan Gulo ya dayika Şervanê Hêzên Parastina Cewherî Mihyedîn Gulo yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Qamişloyê de şehîd bû, bi rêya telefonê tev li pîrozbahiyê bû.
Piştre li ser Pêngava 15’ê Tebaxê sînevîzyon hat temaşekirin.
Şahî bi gerandina govendê û tilîliyan dewam kir.
FREIBURG
Pêngava 15’ê Tebaxê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, wek şahî hat pîrozkirin. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Gel axivî û got: “Bi Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Egîd (Mahsûm Korkmaz) li dijî dewleta Tirk guleya ewil hat berdan. Bi çirûska wê guleyê û berxwedana di zindanan de, gelê Kurd, ji nû ve hişyar bû. Ji bo Kurdan jiyaneke nû çêbû, li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Dewleta Tirk a faşîst, gotibû ku ew ê di nav sê rojan de biqedînin. Rêber Apo û gelek fermandarên pêşeng ên mîna Şehîd Egîd, xeyalên dewleta Tirk pûç kirin û tevgera PKK’ê, li Kurdistanê kirin artêş. Di şerê niha li Kurdistanê tê kirin de, ruhê 15’ê Tebaxê berdewam e.“
Her wiha hunermend Semyan Adar, Hozan Axîn, Hunermend Destan, Hozan Bîrhat derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Cejna Vejînê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat pîrozkirin.
Velî Tekîner ê li ser navê meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê axivî û bal kişand li ser 15’ê Tebaxê ku guleya ewil li dijî mêtingeriya Tirk hatiye berdan.
Gazî Kemal Dîlok ê piştî Tekîner axivî û got: “Beriya pêngav pêk were, bi derbeya leşkerî her kes hatiye bêdengkirin, mêtingeriya dewleta Tirk, gotiye qey wan Kurd heta bi hetayê binax kirine.“
Tevgera Şoreşger a Yekîtiya Gelan jî bi boneya 15’ê Tebaxê Cejna vejînê peyamek weşand. Di peyama ku ji aliyê Baran Çiyager ve hat xwendin de, wiha hate gotin: “Berxwedana ku bi kombûna rojên bi têkoşînê tijî, ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta 15’ê Tebaxa 2022’an hat. Destpêka 15’ê Tebaxê 39 sal in ji bo gelên hatîn, bindestkirin bû îlham. Dewleta Tirk a faşîst û hevkaran xwestin Şoreşa Rojava bi fetisînin. Nizanin ku Şoreşa Rojava 15’ê Tebaxê ye. 15’ê Tebaxê ji bo şoreşa yekgirtî mînak e. Ji bo berxwedana me rê nîşan e. Milîsên me yên HBDH’ê bi ruhê 15’ê Tebaxê derbên giran li dijmin dan.
Em 15’ê Tebaxê bi coş bi minetdarî bi bîr tînin û her kesê ku rolê wan di vê pêngavê de heyî silav dikin. Em weke HBDH’ê soz didin ku em ê di rêya berxwedanê ya 15’ê Tebaxê de bimeşin û li ser xeta berxwedanê serkeftinê li ser serkeftinê zêde bikin.”
LÎMASOL
Kurdistaniyên li Qibrisê jî ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li quntara Torodos a li bajarê Lîmasolê li hev civiyan. Heta derengiya şevê bi şahiyekê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Koroya Zarokan a Teofîlos derkete ser dikê û stranên şoreşgerî got. Her wiha hunermendên Komîteya Çandê jî berhemên xwe pêşkêş kirin. Herî dawî Ozan Alî Matûr derkete ser dikê.
STOCKHOLM
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê jî Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê bi şahiyekê pîroz kir. Şahî li parka Ralambhovsparkenê pêk hat û govend hate gerandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi navê Enstîtuya Kurd Mîrhem Yîgît li ser wate û girîngiya rojê axivî.
Piştre jî ji hunermendên TEV-ÇAND a Swêdê Armanc, Evîn Akbaş û Gursel hunerên xwe pêşkêş kirin.
HAMBÛRG
Cejna Serketinê ya 15'ê Tebaxê ku ji aliyê gelê Kurd ve weke mîladeke neteweyî tê pênasekirin li Hambûrgê bi coş hate pîrozkirin. Kurdistanê li vî bajarê Elmanyayê û derdora wê tevlî bûn. Her wiha endamên rêxistinên çep ên Tirk û şoreşgerên Elman jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hunermend Jiyan Arjîn derkete ser dikê û govend hate gerandin.
LEÎPZÎG
Li bajarê Leîpzîg ê Elmanyayê jî bi şahiyekê berxwedana Zapê hate silavkirin.
BERLÎN
Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê ciwanên ji tevgerên TCŞ û Têko-Jin ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di şahiyê de ku li Maûerparkê pêk hat daxuyanî hate dayin û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê îmze hatin komkirin.
Di şakiyê de ku alên YPG û YPJ'ê hatin hildan, govend hate gerandin.