Li bajarê Darmstadtê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Bi sedan kes li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê hatin ba hev û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Di pîrozbahiya li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hat lidarxistin de, ji bo mîmarê 15’ê Tebaxê fermandarê mezin Egîd û hevrêyên wî deqeyek rêz hat girtin.  Gelek kes tev li merasimê bûn û hat diyarkirin ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd vejîna duyemîn e.

Hevseroka Kon-Med’ê Zubeyde Zumrut û siyasetmedar Nadir Yildirim jî tev li pîrozbahiyê bûn.

Zubeyde Zumrut di pîrozbahiyê de axivî û got: “Beriya 15’ê Tebaxê digotin Kurd nîn in. Lê hem berxwedana 14’ê Tîrmehê, hem jî Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bûn serdema vejînê. Ev xala werçerxê, veguherî pêvajoyeke ku faşîzma Tirk hêvî nedikir. Bi terora ku dewleta Tirk piştî 15’ê pêk anî nekarî rê li ber artêşbûyînê bigire. Di vê wateyê de 15’ê Tebaxê cejna vejînê ye. Em Kurd, dixwazin vê rojê bi taybetî pîroz bikin. Gelê me piştî wateya vê rojê, ji aliyê gelên cîhanê ve hat naskirin.”

Hevseroka Kon-Med’ê Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku ne ji berxwedana 15’ê Tebaxê bûya, îro berxwedan li Zap û Gareyê jî nedibû û got: “Zarokên berxwedana 15’ê Tebaxê cardin ew biryardarî li Zap û Garê nîşan dan. Bê guman berdêla vê têkoşîna demdirêj gelek giran e. Bi vê boneyê Cejna 15’ê Tebaxê pîroz be.”

Piştî axaftinan Koma Azad derket ser dikê. Pîrozbahî, bi stranên li ser 15’ê Tebaxê û gerandina govendê bi dawî bû.