Li bajarê Boblîngenê şehîd Rêzan Amed hat bîranîn
Li bajarê Boblîngen ê Elmanyayê şehîd Rêzan Amed hat bîranîn.
Li bajarê Boblîngen ê Elmanyayê şehîd Rêzan Amed hat bîranîn.
Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Boblîngen ê Elmanyayê hatin ba hev, Rêzan Amed ê di meha Gulandê de şehîd bû bi bîr anîn.
Birayê Rêzan Amed û malbata wî, KOMAW, pêkhateyên FED-GEL, Hunermend Comert û malbatên şehîdan jî tevlî merasîma bîranînê bûn.
Li ser navê FED-GEL’ê Saît Ozturk û li ser navê malbata şehîd jî Azîz Tarhan yek bi yek axivîn.
Tarhan wiha got: “Birayê min Rêzan di temenê biçûk de, li Berlînê bi cih bû û heta salên 2007’an her tim di nava lêgerînan de bû. Heta vê demê dibistan dixwend û zanîngeh qezenc kiribû. Lê dema ku şerê li Kurdistanê geş bûyî, birayê min biryara xwe da û tevlî nava refên gerîla bû. Rêzan piştî 2007’an Elmanya terikand. Em jî wê li ser rêya wî biçin û ji doza xwe ya neteweyî tawîz nedin. Em spasiya bi hezaran welatparêzên xwe dikin ku bi agahiya şehadetê em tenê nehiştin û bila serê gelê me sax be.”
Di merasîmê de sînevîzyon hat temaşekirin û Hozan Comert derket ser dikê.