Li Aachenê ji bo Bêrîvan Zîlan şîn hate danîn
Ji bo Endama Meclîsa PAJK‘ê Bêrîvan Zîlan a di 17‘ê Hezîranê de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû, li Komeleya Gelê Kurd a Aachenê konê sersaxiyê hate danîn.
Ji bo Endama Meclîsa PAJK‘ê Bêrîvan Zîlan a di 17‘ê Hezîranê de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû, li Komeleya Gelê Kurd a Aachenê konê sersaxiyê hate danîn.
Ji bo Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Bêrîvan Zîlan (Hatîce Hezer) a di 17’ê Hezîranê de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû, li Komeleya Gelê Kurd a Aachenê konê sersaxiyê hate danîn. Siyasetmedar Ertûgrûl Kurkçu, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Lezgîn Botan, Ahmet Yildirim, Leyla Îmret, Nûrsel Aydogan, Rojnamevan û Nivîskar Weysî Sarisozen û gelek Kurdistaniyên ku li Aachenê û derdora wê dijîn, serdana şîna ku li Navenda Gelê Kurd a Aachenê hat danîn, kirin.
Ji bajarên Hambûrg, Bremen, Dusseldorf, Duren, Sîegen, Kolnê û ji bajarê Anwers ê Belçîkayê, endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Legen ê Lîegeyê û nûnerên Komeleya Malbatên Winda û Şehîd (KOMAW) tev li şînê bûn.
Xwişka şehîd Bêrîvan Zîlan, Tûba Hezer û xizmên malbatê sersaxî qebûl kirin.
Şîn di saet 10.00’an de dest pê kir û heta 18.00’an dewam kir.
Kurdistaniyên ku sersaxî ji malbatê re xwestin, di şexsê Bêrîvan Zîlan de girêdayîbûna xwe ya bi Şehîdên Azadiya Kurdistanê re diyar kirin.