Li Îtalyayê greva hişyariyê: Zêdeyî 200 seferên balafiran hatin betalkirin
Li Îtalyayê roja Yekşemê di asta neteweyî de greva hişyarkirinê hate lidarxistin. Lewma zêdeyî 200 seferên balafiran hatin betalkirin.
Li Îtalyayê roja Yekşemê di asta neteweyî de greva hişyarkirinê hate lidarxistin. Lewma zêdeyî 200 seferên balafiran hatin betalkirin.
Bi banga sendîkayan re ku kontrolkarên trafîka hewayî, pîlot û personelên balafiran temsîl dikin, saet di navbera 14:00-18:00 de greva neteweyî hate kirin.
Kontrolkarên trafîka hewayî ya koma Evan, pîlot û personelên balafiran ên EasyJet, Volotea û Ryanaîrê tevlî grevê bûn. Ev çalakî li Îtalyayê çend roj piştî greva ajokarên taksiyê pêk hat.
Grevê bandor li seferên balafiran ên ber bi Zûrîch, Frankfûrt, Parîs û Londonê kir û herî zêde jî seferên nava welêt betal kir.
Sendîkayan hişyarî dan ku eger bresiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê hîn bêhtir çalakiyan bikin.
Sendîkayên ku pîlotên şîrketên seferên bi biletên erzan û wezîfedarên balafiran temsîl dikin, nerazîbûn nîşanî "şert û mercên kar ên nayên qebûlkirin" dan.
Sendîkayan diyar kirin ku şîrketa Îngiliz EasyJet bi neheqî xebatkar ji kar derxistine û şîrketa Volotea ya Spanî jî li gorî mewzûata mûçeyên kêmtirîn tevnegeriya ye.